Ferhenga Zanisten Cıvaki

Stok Kodu:
9786055053208
Boyut:
13,5x21
Sayfa Sayısı:
396
Baskı Sayısı:
1
Basım Tarihi:
2014
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
2. Hamur
Dili:
Kürtçe
%28 indirimli
160,00
115,20
Taksitli fiyat: 3 x 39,94
Temin süresi 4 gündür.
9786055053208
441172
Ferhenga Zanisten Cıvaki
Ferhenga Zanisten Cıvaki
115.20

Ez dizanim, me karek gelekî zor, zehmet û tevlihev da ber xwe. Vî karê ku me xwe lê rakêşa, ne karek e ku ji alî kesekî yan çend kesan ve bê kirin. Karekî wisa ye ku diviya ji alî dezgeh û avahiyên ziman ve bihata kirin. Dezgeh û avahiyên ku hêza dewletî li pişt wan e û xwedandestek û piştgiriya gel in. Mixabin ku hîn dezgehên me yên bi vî cûreyî tunin, yên heyî jî gelekî qels in û bi derdestiyên kêm fedekariyên mezin dikin. Eger em li benda wan û xebateke weha bûna, dibû ku em pir bi derengî biketana. Loma diviya hinekan ji me dest bavêta vî karî. Bi taybetî piştî li hin unîversîteyan, di warê lîsansê û lîsansa bilind de beşên Kurdî vebûn, pêdiviya hewcedariya termînolojiya Kurdî hîn bêtir xwe nîşan da. Bi zimanê me yê ku heta duh qedexe bû, diviya êdî tezên lîsansa bilind û doktorayê bihatana nivîsandin; xebat û lêkolînên akademîk pê bihatana kirin.

Rast e, zimanê me gelekî dewlemend e û heta dema Şoreşa Hunerweriyê (endustrî), belbî heta destpêka sedsala bîstan jî, têra xwe xurt bû û ji gelek zimanan pêşvetir bû. Têgehnasiya (termînolojiya) me ya edebî, cotkarî û heywankariyê ji zimanên cîran û zimanên dinyayê ne kêmtir bû, belê têgehnasiyeke me ya zanistî û akedemîk hema bêje tunebû yan jî gelekî li paş mabû. Eger bi zimanê Kurdî hînkarî û perwerdehî hebûya, bêguman wê ev valahî heta îro zû hatiba dagirtin û karekî weha zehmet li ser pişta kesên wekî min nema. Lê ji ber nebûna vê yekê, ev valahî û kêmahî nehat dagirtin.

Ez bi xwe gelek caran li ser pirsa dagirtina vê valahiyê bi kesên ku li ser vî zimanî xebitîne re şêwirî me û peyivî me, bê ka gelo wê ev kar çawa were kirin. Me hemûyan jî dezgehên me yên heyî destnîşan kiriye. Belê rastiya dezgeh û avahiyên me li ber çavan e. Di rewşa ku ew nikaribin vî karî bikin de, bibê nebê kar li ser pişta kesan dimîne. Pirsa, ma ewê kî vî karê ha bike, serê min gelekî êşand. Di dema ku ez li pey peydakirina camêrekî ku ewê vî karî bike digeriyam û ji bo vê yekê dişêwirîm, gelek nas û xasan, bi taybetî ji bo ku ez vî karî bikim han dan min. Bi ser de, carinan hin dostên ji TRT6ê, ji Ajansa Anadoluyê, ji kovar û rojnameyên cihê li min digeriyan û ji bo bikaranîna hin têgehan bîr û raya min dipirsîn. Hingê min jî fikrên xwe ji wan re digot. Wir wê ve, ha ku min dît ev kar li ser milê min ma.

Ez fikirîm, bê ka gelo ez nikarim vê xebatê bi çend heval û dostên ku di unîversîteyên cihê de dixebitin, bi wan re û bi alîkariya wan bikim. Belê ev jî nedibû. Ji bo kirina vî karî, diviya bi kêmanî em heftê du-sê rojan bi hev re bixebitiyana, da ku em karibin di nav çend salan de temam bikin. Ka emê çawa heftê du-sê rojan bi hev re bixebitiyana? Mixabin rastiya karê me ev yek derdest nedikir.

Gelo ez kî me û min ev wêrekî çawa bi xwe re dît? Celadet Alî Bedirxan di hejmara pêşî ya Hawarê de weha dibêje: "Ez ko Kurd û Kurdmancziman im, bi zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft-heşt zimanên din daniye ber hev, kitkitên wî hûrhinandine; qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn." (Armanc, Awayê Xebatê û Nivîsandina Hawarê, Hawar, Hej: 1, 15 Gulan 1932). Van gotinên Celadet Bedirxan han dan min, riya min ronî kirin, tirs û bêziraviya min ji navê hilanîn. Hingê min jî got, "Ez ku Kurd im, baş bi zimanê xwe dizanim û dikarim wî bi pênc-şeş zimanên din re rûbirû bikim, ji bîst salan zêdetir e ku bi Kurdî dinivîsim û min di warên fefsefe, dîrok, siyasetzanî, zimannasiyê de hînkarî û perwerdehî dîtiye û ders dane, ez dikarim di warê zanyariyên civakî de ferhengeke têgehnasiyê amade bikim." Bi vî awayî min tirsa xwe şikand û dest bi xebatê kir.

RÊ Û RÊGEHA ME
Her ziman xwe nû dike; belê ji ber ku zimanê me di qada dewlet û desthilatiyê de ji zû ve ye fersenda bikaranînê bi dest nexistibû, di warê têgehnasiya hemdem de pir li paş ma. Divê ku em vê valahiyê dagirin. Ji bo dagirtina vê valahiyê du rê li pêş me hene: 1) Peyv û têgehên nû, bi awayê ku di zimanê orijînal de hatine afirandin yan ji zim

AKBANK
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 115,20    115,20   
2 58,75    117,50   
3 39,94    119,81   
ZİRAAT BANKASI
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 115,20    115,20   
2 58,75    117,50   
3 39,94    119,81   
İŞ BANKASI
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 115,20    115,20   
2 58,75    117,50   
3 39,94    119,81   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat