Nivîsa Pişt Bergê
Li welatê me mijara jinan mijareke taybet e. Bi serê xwe jî nirxandinê heq dike. Di salên dawiya sedsala bîstan de civaka kurd ji gelek aliyan ve guherî. Sedema guherînan di serî de geşedanên siyasî û civakî yên di van salan de bûn. Hûn li rastiyê binêrin di koka van her du guherînan de jî hêza îdeolojîk heye. Civak jixweber jî di bin bandora geşedanên siyasî de dikare biguhere. Dibe ku ev guherîn mayînde nebin. Lê ku fikir û raman şerbetê bide vê guherînê bandora xwe li mêjî dike, tiştên ku di mêjî de aj bidin mayînde dibin. Em dibînin ku bingeha romana Sonda Delalê ev şerbet e.
Nivîskar Gulistan Kanîreş Kî Ye?
Gulistan Kanîreş, li navçêya Kanîreşa Çewligê, li gundê Azîzanê ji dayîk bûye. Di temenekî ciwan de çûye Almanyayê. Di wî temenê ciwan de weke jineke welatparêz û dildara ziman û çand û wêjeya kurdî xizmetê kiriye û hê jî di vê riyê de bi awayekî çalak van xebatên xwe didomîne. Di heman demê de helbestrist e. Bi zaravayê kurmancî û dimilkî dinivîse û xebatan pêk tîne. Di vê çarçoveyê de beşdarî xebatên wêjeyî yên Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê dibe û di rêveberiya komên wêjeyî de jî cî digire. Bi salan e weke aktîvîsteke jin, di nava xebatên jinan de cî digire. Ji bilî van xebatan li ser youtubeyê bernameyên çandî û wêjeyî bi rê ve dibe. Her wiha xebatên xwe didomîne.
Berhemdarî
* Rondikên Veşartî [Helbest] Weşanên J&J, 2022 – Amed
* Sonda Delalê [Roman] Weşanên J&J, 2024 – Amed
Li ser romanê,
Romana di destê we de romaneke jinane ye. Bi destê nivîskareke jin a kurd der barê pirsgirêk, êş û kêşanên jinan de hatiye honandin. Bi çav û perspektîfeke din a ku hê tam di guh û çavên me de rûneniştiye hatiye derbirîn.
Gelek nivîskarên jin hene lê di çarçoveya wêjeya klasîk de romansaziya xwe pêk tînin. Di nav wan de yên ku peşkî-qismî û giştî arîşe, êş, kêşan û derûniya jinan bi çavên Gulistan Kanîreşê û perspektîfa ku vê yekê raxistiye berçavên xwîner kêm in an jî tune ne. Em rastî 'roman'ên mêran tên ku di bin perdeya wêjeyê de êrîşê tînin ser jinên berxwedêr û azadîxwaz, bê perwa êrîşî nirxên tevgera azadiyê dikin û li ser vê reşkirin û rûreşiya xwe jî govendê digirin, bêyî ku şerm bikin direqisin.
Sonda Delalê di heman demê de ji bo vê sosretî û bêhurmetiyê bersiveke xurt e ku vê nêrîn û ferasetê bi erdê ve dike yek. Hem jî bi pênûsa jineke nivîskar a dilsoza wan nirxan.
Sonda Delalê bi rastî gelek êş û kêşanên jinan tîne ziman. Em dizanin jin her tim mexdûrên pergala nêrsaziyê ne. Neçar in, belengaz in, bê xwedî ne û hwd. Ev para pirsgirêkên jinan ên hevpar e. Di Sonda Delalê de jî heta ji dilê we bê neçarî, mexdûrî û zextên nêrsaz hene. Lê Gulistan Kanîreş van pirsgirêkan ji xwe re nake sermaye û tenê mexdûriyeta jinan nade pêş. Pirsgirêkên ku roman îskeletekî serkeftî hatine honandin hene lê roman bi vê mexdûriyetê namîne gavekê, du gavan pêş de diçe rizgariya ji vê mexdûriyet û niheqiyê bi berxwedan û serhildana Delalê weke riyekê raberî xwîner dike. Peyameke vê romanê jî ev e; ku pirsgirêk hebin çareserî jî heye, jin ne neçar in. Gelek peyamên wiha dikarin bên rêzkirin. Jixwe xwînerên romanê wê li ser van peyaman bifikirin û bixwe tê derxin.

Rewşa guherîna jinan bi vê re rasterast eleqedar e. Herî zêde jin guherîn lê eger vê guherînê bi fikir, raman û geşedanên paradîgmal xwe nesparta guherîna jinan, guherîneke ew qas berfireh ne gengaz bû. Îdeolojiyê hêz da, jin ji malên baviksalar derxistin, bi pirsgirêkên xwe û civakê re mijûl kirin, êdî civaka kurd ji aliyê rehên xwe yên bingehîn ve lerizî. Bandora wê li têkoşînê, siyasetê, rêvebirinê, ziman, wêje û hunerê jî bû. Jin derketin qadan, civak jî bi xwe re guherandin.
Romana di destê we de vê çîrokê ji me re vedibêje. Bi çîrokeke pir hêsan dest pê dike, paşê şax berdide û nasnameyeke xurt a jinan jê derdikeve. Çîroka vê romanê di heman demê de çîroka aliyekî rastiya welatê me ye jî. Carinan hestiyar dike, carinan xemgîn dike, carinan bi helwestên nêranî yên bi romanê pêşkêş kirine diwestîne û diheyirîne.
Sonda Delalê romana Gulistan Kanîreşê li ser vê rastiyê hatiye honandin. Ji deşt, zozan û çiyayên Çewlîkê dest pê dike, li Almanyayê kesayeta xwe bi dest dixe. Delal di eslê xwe de keçeke xweser û berxwedêr e. Lê ji aliyê mêrekî klasîk ê kurd (Reco) ve tê xwestin ku bi qeyda jinên klasîk ên bindest bê qefeskirin. Kakilê romanê jî bi têkoşîna Delalê, bi vî rengî derdikeve rastê. Piştî vê têkoşînê lehenga romanê Delal tev qeyd û bendên xwe yên ku Reco dike hincet bi wî re dihelê û riya azadbûnê hildijbêre.
Roman bi zimanekî ciwankarî, herikbar û çêjdar hatiye pêşkêşkirin. Gava meriv dikeve nav hem nêraniya serdest hem jî aliyekî rastiya civaka me ya sotîner dibîne û roman meriv bi xwe re dikişîne.
Siheta Gulistan Kanîreşê xweş be. Ji ber ku romaneke wiha ya jinên berxwedêr, serhildêr û azadîhez diyarî wêjeya kurdî kiriye û careke din bi riya wêjeyê jin û têkoşîna wan bi bîra civakê xistiye. Dest û tiliyên wê neêşin. Bi hêviya berhemên wiha çêjdar û xweş.

Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
---|---|---|
Tek Çekim | 148,07 | 148,07 |
2 | 75,52 | 151,03 |
3 | 51,33 | 153,99 |